Dile Kuren Min
% 10indirim

Dile Kuren Min

  • 10,00 TL9,00 TL

    hopi kampanyası
    0,45 Paracık
  • Gün İçinde Tedarik
Bu kitabı e-kitap olarak okumak isterseniz, yayıncıya talebinizi iletebilmemiz için tıklayınız.
Kitêba şi’ran a Kamiran Alî Bedirxan “Dilên Kurên Min” ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû, piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket.Li jêr em ji kitêbê şi’ra bi navê “Xebat” çap dikin. Xebat Kekinon werin xebatê Sibe bûye roj helat Bi zanîn û mektebê Ava dibe ev welat Werin, werin dibistan Dergehê xwe vekirî Werin her rûj zêdetir Bi zanînê, bikêr î Werin lawinon mektebê Mêkteb hêlîna me ye Bibezin zû, lez werin Zanîn hevîna me ye. Roj kaniya ruhnî ye Mekteb kaniya zanîn Dê û bavên me hemî Keç û lawên xwe anîn Werin, werin mektebê Hêlîna me dibistan Bi xwendin û zanînê Ava dibe Kurdistan. Kamiran Alî Bedirxan Di sala 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê. Kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Bedirxan Paşa ye. Hê di ciwaniya xwe de li Stembolê tevlî tevgera kurdî bû. Yek ji endamê Kürdistan Teali Cemiyeti bû. (1919) Di kovarên Jîn û ‹ctihad de û di rojnameya Serbestî de nivîsên wî yên derheqê kurd û Kurdistanê de derketin. Piştî avakirina cumhuriyetê bi birayê xwe Celadet Alî Bedirxan re çû Almanya û li vir doktoraya huquqê qedand. Di Hawar û Ronahî de nivîs, şiîr û wergerên wî weşiyan. Demekê li Bêrûdê ma, li vir rojnameyên Roja Nû û Stêr weşand. 1947an de çû Parîsê û li Unîversîteya Sorbonne bû mamostayê zimanê kurdî. Di sala 1978an de li Parîsê wefat kir. Li ser edebiyat, gramer, ferheng û alfabeya kurdî nezîkî 20 berhemên wî hene. Avesta, hemû berhemên wî ji nû ve diweşîne, ê ku heta niha çap bûne ev in: - Kulîlkên Ezêb (Şi‘r, 1998) - Çîrokek Gotin û Ketin Xewê (wergera çarînên Omer Xeyam, 2001) - Elfabeya Min (2009) - Edirne Sükûtunun İç Yüzü (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2009) - Bobi’nin Hatası (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2011) - Xwendina Kurdî (2013) - Kürdistan Kralı (Roman, bi fransî, tevî Adolphe de Falgairolle, 2013) - Kürdistan Kartalı Yado (Roman, bi almanî, tevî Herbert Oertel, 2014)

Elfabeya Min

Elfabeya Min

Kamiran Ali Bedirxan

5,4 TL
Kürdistan Kralı

Kürdistan Kralı

Kamiran Ali Bedirxan

9 TL
Kürdistan Kartalı Yado

Kürdistan Kartalı Yado

Kamiran Ali Bedirxan

11,05 TL
Kolay Kürtçe

Kolay Kürtçe

Kamiran Ali Bedirxan

19 TL
Kulilken Ezeb

Kulilken Ezeb

Kamiran Ali Bedirxan

6,3 TL
Xwendina Kurdi

Xwendina Kurdi

Kamiran Ali Bedirxan

9 TL
Metheloken Hezrete Sileman

Metheloken Hezrete Sileman

Kamiran Ali Bedirxan

10,2 TL
Bu ürün için ilk yorumu siz yapın.