Mamiken Me

Mamiken Me

  • 6,00 TL

    hopi kampanyası
    0,30 Paracık

Di şevên dirêj ên zivistanê de, ku sobeya sacîn sar bûbe jî, zehf germ bû xeleka li dora dapîr û bapîran. Piştî gotina, "Tiştekî min heye..." pêşî her kes noqî nav bêdengiyê dibû, paşê bersiv di nav guhê hev diketin. Dibistana zarokên kurdan bû ew xeleka li dora dapîr û bapîran, him ziman û him jî jiyan fêr dikirin, wan.

Di çanda gelan de, di cîhana wêjeya zarokan de, cihê mamikan bi qasî nan û avê ye. Û her weha berhevkirina wan ligel sererastkirin û çapê, peywireke ji rewşenbiriya kurdî ye. Mamoste Kenan Güneş jî, bi vê hişmendî û zîzitiyê "Mamikên Me" ji bin kavilên pişavtinê û dîroka hilweşiyayî rizgar kirine.

Em pê bawer in ku xebatên bi vê mebestê û bi vî rengî dê bidomin.
-Îsmaîl Dîndar-


Bu ürün için ilk yorumu siz yapın.