Xewn ü Xeyal

Tükendi

Kitap Hakkında

Xewn ü Xeyal”ên Jorge Luis Borges edî bi kurdî ne

“Xewn ü Xeyal”ên Jorge Luis Borges bi kurdî derketin. Kitêbê ji spanî Ciwanmerd Kulek wergerandiye. Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêmnivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, herwiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî yaxwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû.Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jîafirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan dederxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin. Wî gerdûn wekkitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirinagerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal ûafirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin. Me 14 çîrokên bijare jiberhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîngAleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo xwendevanên kurdî amade kir.

Vê wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Sayfa sayısı
    168
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Ağırlık
    168
  • Boyutlar
    13 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Yayınlanma Tarihi
    12 / 2017
  • Barkod
    9786059082976
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç