Kitap Hakkında

Don Kîşot hûn nas dikin, ew karakterê romanê yê rih zirav û dirêj. Hinde romanên şovalyeyan xwendiye û di bin tesîra van romanan de ew jî xwestiye bibe şovalyek. Don Kîşot ji Dulcinea
del Tobosoyê hez dike. Hespekî Don Kişot yê wek wî qels û zeîf bi navê Rocinante heye.

Ew gelek caran bi seyîs, alîkar û hogirê xwe Sanço Panza re nîqaşan dike.

Belê ev şovalyeyê extiyar û evîndar ku aşên bi bayê dişûxile re şer dike, pêş qehremanê romana ji aliyê Cervantes ve hatiye nivîsandin e.

Gava hûn vê romana Don Kişot bixwinîn ku bi milyonan xwenda- vanên vê romanê li cîhanê hene, di nava wan çîrokên herikbar, ji aqildûr û kelecaniyê de hûnê jî xwe şerê li hember aşên bayê bibînin.
Ji bo ispatkirina evîna xwe ya bi navê Dulcinea del Tobosso, Don Kîşot bi hespê xwe Rocinante û xulamê xwe Sancho Panza re dikeve nava şerên li hember aşên bayê û serpêhatiyên ecêb ser de dibore. Qehremaniyên Don Kîşot yên ji aqildûr wê we bibe cîhaneke din.

Ev şahesera edebiyata Spanî, ku beşa wê ya yekem di sala 1605an de hatiye çapkirin, di edebiyatê de destpêka cerebê romanê tê hesibandin û ji çapbûna xwe heya roja me bi gelek zimanan hatiye wergerandin û çapkirin.

 

 

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    12 / 2024
  • Yayınlanma Sayısı
    2
  • Sayfa sayısı
    160
  • Ağırlık
    160
  • Boyutlar
    13 x 21
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    1. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
    Türkiye
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786052930922
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç