Kitap Hakkında

Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne.  Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim. Hêjayî gotinê ye ku ev kar û xebata me ne bi hesanî bû. Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên Kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim. Çima ne hêsanî bû? Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wek nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya ``Meryem Xanê`` gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cûdawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.
Mixabin qelsbûn û lawaziya jêder û çavkaniyan li ser van find û şemalan ez pir xemgîn û dilşikestî dihiştim û ji min re diyar dibûn ku em Kurd pir belengaz û bêxwedî ne. Lê tevlî van astengiyan bê hêvî nemam û min kar û xebata xwe domand. Ta di jiyana wan a taybet, civakî û hunerî de çend çirûkên ronahiyê vêxistin. Ev xelekan bi zimanê Kurdî û `Erebî di kovar, rojname û malperên `Erebî û Kurdî de ji sala 2006an ve hatine weşandin. Malpera Sema yekem car bi tevahiya weşandine. Di vê pirtûkê de min rêzkirina xelekan û navê dengbêjan li gor temenê wan danîne. Ez dixwazim erê bikim kû ev çapa duyamîn e ji pirtûkê, piştî ku min navên çend dengbêjên dî li pirtûkê zêdekiriye û hin agahî û zanyariyên nû li ser wan deynane û serrast kiriye. Çapa yekem 2019z- 2631k di çapxaniya SerSera ji aliyê Dr. Beşar Mustefa  hatiye çapkirin û weşandin. Hêjayî gotinê ye ku min bi dest vî karî ji sala 1990 ê ve kiriye heta niha.  Ev çapa duyamîn e .
                                                                                                                                                                                      Narîn Omer Seyfedîn 

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    8 / 2023
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    90
  • Ağırlık
    90
  • Boyutlar
    13.5 x 19.5
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    1. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
    Türkiye
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786257085878
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç