Kurd di Tarixa Ibn el-Esir de (2 Cilt Takım)

62,00 TL Bu alışverişten kazancınız: 18,00 TL
24 Saatte Kargoda

Kitap Hakkında

Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fît-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerîli ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi navdike.

Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Sayfa sayısı
    856
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Ağırlık
    856
  • Boyutlar
    14 x 22
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Yayınlanma Tarihi
    5 / 2018
  • Barkod
    3990000054543
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç