Robin Hood

146,15 TL Bu alışverişten kazancınız: 38,85 TL
2 Günde Temin

Kitap Hakkında

Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; “Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!” naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana. Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê zehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya? Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    5 / 2021
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    196
  • Ağırlık
    196
  • Boyutlar
    14 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9789758242283
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç